Serokwezîr sersaxiyê li malbata Hîwa Geylanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji malbata Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Liqê Yazdeh ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hîwa Geylanî re şand, bo koça dawiyê ya bavê wî.
Deqa peyama sersaxiyê ya Serokwezîr:
Birêz Hîwa Geylanî, Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Liqa Yazdeh ya Partiya Demokrat a Kurdistanê;
Bi boneya koça dawî ya bavê we, sersaxiya li we dikim û xemgîniya xwe bi we parve dikim.
Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuşt şad bike û sebr û aramiyê bide malbata we.