Balyozê Îtalyayê rola Serok Barzanî di proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê de bilind dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Adarê pêşwazî li Balyozê Îtalyayê li Iraqê Niccolo Fontana kir.
Baregeha Barzanî belav kir, di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Îtalya li Hewlêrê Tommaso Sansone jî tê de amade bû, pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Iraq û navçeyê, rewşa Sûriyeyê û rêkeftina di navbera aliyên Kurdî û hikûmeta nû ya Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di vê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û Balyozê Îtalyayê li Iraqê rola Serok Barzanî ya di hevkariya ji bo çareseriya aştiyane û diyalogê li Tirkiyeyê de, bilind nirxand.
Her di vê hevdîtinê de, pêngavên pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên Payîza bê jî hatin guftûgokirin.
Metirsiya terorê li navçeyê, mijareke din a vê hevdîtinê bû.