Balyoz û dîplomatên welatan beşdarî ahenga Newrozê li Akrê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo pîrozbahiya Newrozê li Hewlêrê, balyoz û nûnerên dîplomatîk ên welatên derve li Bexdayê, vexwendin Hewlêrê.

Li ser vexwandina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo beşdariya di ahenga Newrozê de, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û hejmarek mezin ji balyoz û nûnerên dîplomatîk ên welatên derve li Bexdayê, îro 20ê Adarê giheştin Hewlêrê.

Şande dîplomatkaran li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî û Cîgirê Berpirsê Ofîsa Derve Daban Şedele ve hatin pêşwazîkirin.

Li ser navê Serokwezîr, Sefîn Dizeyî bixêrhatina mêvanan kir û got: “Beşdarbûna we ya li gel gelê Kurd di pîrozbahiya Newroz û sersala gelê Kurd de, gelek bi nirx e.”