Tirkiye: Em ê êrîşkarên li ser Konsolosxaneya Iraqê bigihînin dadgehan

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Oncû Kecelî ragihand, çekdarên nenas duh danê êvarê gule berdan avahiya Konsulxaneya Iraqê ya li Stenbolê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Oncû Kecelî îro 22ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama êrîşa li ser avahiya Konsulxaneya Iraqê li Stenbolê de, ti ziyanên canî çênebûne.
Oncû got: “Hêzên ewlekariyê bi hûrgilî lêkolînan li ser bûyerê dikin û hewl ji bo dîtina gumanbaran didin û dê ji bo dadgehê bên şandin.”
Keçelî tekezî li ser berdewamiya peywendiyên xwe ligel rayedarên Iraqî derbarê bûyerê de kir û got, desthilatên Tirkiyeyê hemû tedbîrên pêwîst girtine, ji bo dabînkirina ewlehiya nûneratiyên dîplomatîk ên Iraqê li Enqere, Stenbol û Dîlokê.
Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, şeva borî 21ê Adarê demjimêr 21:00ê êvarê bi 8 guleyên kalaşnîkov êrîş li avahiya Konsulxaneya Iraqê ya li Stenbolê hat kirin.
Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir jî, ew bi aliyên pêwendîdar ên Tirkiyeyê re di peywendiyê de ne, da ku sedemên bûyerê aşkere bikin.