Ekrem Îmamoglu hate girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Stenbolê ji ber sûcên gendelî û bertîlxwarinê, derbarê Şaredarê Stenbolê Akram Îmamoglu de biryara girtinê da.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û di 91 kesên din ên di 19’ê Adarê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibûn biçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezayên sulhê hatin kirin. 

Bi biryara dadgehê jî, Îmamoglu û 19 kesên din hatin girtin.