Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Qeterê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihişte Dohayê û ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Adarê bi serdaneke fermî gihîşt Doha, Paytexta Qeterê û bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî re civiya.
Di civînê de, pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin û li ser bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de danûstandina bîr û ramanan kirin.