Mesrûr Barzanî bi Serokê Dezgeha Weberhênanê ya Qeterî re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokê Dezgeha Weberhênanê ya Qeterî re civiya û tekez li ser giringiya pêşxistina peywendiyên dualî di warên weberhênan û enerjî û jêrxaneya aborî û çaksazîkirina di sîstema bankê de kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 24.03.2025) bi serdan û vexwandineke fermî gehişt Dewheya paytexta Qeterê.

Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Qeterê de, Mesrûr Barzanî li Dewheyê bi Serokê Dezgeha Weberhênanê ya Qeterî Şêx Bender bin Mihemed al Sanî re civiya.

Di wê civînê de ku Serokê Civata Birêvebirina Dezgeha Weberhênanê Mihemed Sweydî jî tê de amamde bûbû, tekez li ser giringiya pêşxistina peywendiyên dualî di warên weberhênan û enerjî û jêrxaneya aborî û çaksazîkirina di sîstema bankê de hat kirin.