Luîs Sako Cejna Remezanê li Mislimanan pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Kardînal Luîs Sako bi boneya hatina cejna Remezanê peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li Mislimanan kir.
Patriyerkê Kildaniyên Iraq û cîhanê Kardînal Luîs Sako îro 30î Adarê peyamek belav kir û tê de got: Bi boneya hatina Cejna Remezanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Iraqê dikim û hêvîdar im ku xweşî, aştî û aramî vegere.”
Luîs Sako got: “Bi boneya cejn û hatina helbijartinên dahatî, pêwîstiye bilez dibînim ku divê qonax derbasî qonaxa hizirkirin û plansaziyê bibe.”
Herwiha got: “"Em 22 sal in di rewşeke mezhebî, dubendî, gotinên nefret, nakokî, mafya û gendeliyê de dijîn, ji ber vê yekê ez pêşniyar dikim ku di navbera hikûmeta niha, partiyên siyasî, rewşenbîr û welatparêzan de diyalogeke neteweyî ya wêrek û rast were organîzekirin, ji bo bidestxistina sîstemeke niştimanî ku Iraqê di ser her tiştî re bigire, di heman demê de welatekî bihêz, aram û ewle ava bike.”