Igêlî: Komên çekdar mûçeyî ji Îraqê û fermanê ji Îranê werdigirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Giştî yê Partiya Umeyê dibêje, “Komên çekdar ên Îraqê mûçeyê xwe ji Îraqê û fermana xwe ji Îranê werdigirin û bizavê dikin welatî bixin nav arêşeyeke mezin.”
Sikirtêrê Giştî yê Partiya Umeyê Mehmûd Igêlî tevlî geşta nûçeyan a seet 12:00ê ya K24ê bû û tê de ragehand, “Îro hin komên çekdar li Îraqê hene, guh nadin fermandeya giştî ya hêzên çekdar û Civata Nûneran. Ev jî Îraqê dixe nav arêşeyeke mezin.”
Igêlî herwesa got, “Mûçeyê wan komên çekdar li ser Îraqê ye, lê fermana xwe ji Îranê werdigirin. Îran jî dixwaze bi rêya şerê bi wekalet Îraqê tûşî kirîzê bike, zirardîtiyê serekî jî di vî warî de xelk e.”
Navbirî amaje jî da, “Di vî warî de haydarî bi Serokwezîrê Îraqê hatiye dan ku, Heşda Şebî û komên çekdar bên helweşandin an jî têkelî dezgehên ewlehiyê bên kirin. Ev tiştek e, nayê înkarkirin.”
Sikirtêrê Giştî yê Partiya Umeyê ron jî kir, “Eger êrîşî Îranê bê kirin, Îran bi rêya çekdarên nêzî xwe bingehên Amerîkayê li Îraqê bombebaran dike. Ev jî Îraqê dixe nav arêşeyên mezin.”