Îtalya hejmareke zêde ya derziyên vîtamîn D pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Hevpeymanên Îtalyayê hejmareke zêde ya derziyên vîtamîn D pêşkêşî Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdiatanê kir.
Tîma Pizişkî ya Serbazî ya Hêzên Hevpeymanên Îtalyayê berî nîvroya îro (Pêncşem, 03ê Nîsana 2025ê) di merasîmekê de li Hewlêrê hejmareke zêde ya derziyên vîtamîn D pêşkêşî Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Ew merasîm bi navnîşanê “biratiya gelan dikare hemî sinoran bibire” bi rê ve çû, ku ev alî tê de amade bûbûn; Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî, Balyozê Îtalyayê li Îraqê Niccolo Fontana, Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed, Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Tommaso Sanson, Tîma Serbazî ya Hevpeymanên Îtalyayê, Fermandeya Hêzên Îtalyayê û Tîma Pizişkî ya Serbazî ya Îtalyayê li Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotarekê de ragehand, “Em spasî û destxweşiyên bêhempa arasteyî gel, hikûmet, Balyoz, Konsulê Giştî, Hêzên Hevpeymanên Îtalyayê û rêkxistinên Îtalyayî û dostên xwe dikin, ku di salên borî de û heta niha jî rolekî mezin di alîkarî û piştevaniya dezgehên tendirustî de hebû û gelek caran pirojeyên mezin û xêrxwazî yên cuda cuda hebûn.”