YPG: Asayîş li her du taxên Helebê Eşrefiye û Şêx Meqsûd dimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê vekişîna hêzên xwe ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de ragihand, “Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) berpirsiyariya pêkanîna ewlehiya her du taxan hildigire ser mile xwe.”
Li gor bendên peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, karwanê yekem a HSD/YPG duh 4ê Nîsanê ji her du taxên kurdan li Helebê (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) ber bi rojhilatê çemê Firatî ve vekişiyan.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de belav kir û tê de ragihand, “li gor bendên peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) berpirsiyariya pêkanîna ewlehiya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hildigire.”
Da zanîn jî, “Di vê çarçoveyê de beşek ji hêzên me ji vê qadê vekişiyane, û em piştrast dikin ku hêzên me yên mayî jî wê di rojên pêş de bi rengekî plankirî ji vê herêmê vekişin.”
Em weke YPG û YPJ, bi hêza cewherî û îradeya rêxistinkirî ya gelê xwe bawer in û em destnîşan dikin ku wê hêzên me di pêvajoya nû de, pozisyon û stratejiya xwe ya parastinê li gor pêwîstiyên dema nû pêk bîne.”