Şîfa Barzanî di Newroza Tiflîsê de: Serok Barzanî em raspardine zimanê kurdî biparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serpereştyarê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî di ahenga Newrozê ya li Tiflîsê, Paytexta Gurcistanê de got: “Serok Barzanî em raspardine ku em zimanê Kurdî biparêzin, ji ber ku parastina ziman, parastina hebûna me ye.”

Dezgeha Ronahî bi amadebûna Serpereştyarê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî, îro 7ê Nîsanê li Tiflîsê ahenga Newrozê ji bo Kurdistaniyên wî welatî lidar xist.

Di ahengê de, Şîfa Barzanî got: “2725 sal beriya niha û heta niha Kurdan ahenga Newrozê li ser çiyayên bilind pîroz kiriye û pîroz dike. Wê demê, ew miletên ku niha înkara gelê Kurd dikin, hebûna wan li navçeyê nebû, lê Newroz milkê Kurdistanê bû. Newroz hebûna me ye û divê em wê biparêzin û salane agirê Newrozê gurrtir bikin.”

Şîfa Barzanî got jî: “Hemû xweşî û nexweşiyên me di biharê de bûne. Ji ber vê yekê pêwendiyeke bihêz di navbera Kurd û xwezayê û çarenivîsê de heye, ew pêwendî jî dê herdem bimîne.”

Serpereştyarê Giştî ya Revenda Kurdistanî got: “Em li vir tenê cejna Newrozê pîroz nakin, belku em pêwendiyên xwe yên navxweyî û bi netewe, çand, dîrok û niştimanê re ji nû ve nûjen dikin. Em pêwendiyên xwe bi wê xebata bêrawestan a gelê Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê dike, nû dikin.”

Herwiha got:“Di Newrozê de em soza xwe ya niştimanperwerî û yekîtiya gelê xwe dubare dikin. Newroza me ya îsal di demekê de ye ku navçeya Rojhilata Navîn di nav guhertinên mezin de ye. Pêwîst e hûn Kurdistaniyên li welatên dîasporayê, rola xwe bilîzin da ku em dengê gelê xwe bigihînin berpirs û saziyên wan welatan, ji bo piştgirîkirina gelê me.”

Şîfa Barzanî got: “Pêwîst e di wan guhertinên ku li navçeyê rû didin de, rola Kurdan hebe û bi awayekî aştiyane, piştgirî ji bo bidestxistina mafê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê bê kirin. Digel spasiya welatê Gurcistanê û welatên Yekîtiya Sovyeta Berê ku derfetên baş dane ji bo parastina nasname û zimanê Kurdî, di heman demê de em daxwaz dikin ku zêdetir hevkarîya gelê me bikin û mafên çandî û rewşenbîrî zêdetir bidin gelê me û dibistanên zimanê Kurdî vekin.”

Şîfa Barzanî got jî: “Pêwîst e ez spasiya Kurdistaniyên niştecîhên Gurcistanê û welatên Yekîtiya Sovyeta Berê bikim. Wan bi awayekî baş parêzgarî li ziman, nasname, çand û heta ola xwe ya Êzidî jî kirine. Kurdên wan welatan bi zimanekî Kurdî yê resen diaxivin. Bêguman dayikan roleke girîng û sereke di vî warî de lîstiye. Ez navê wan wek şêrejina tînim zimên û destê wan diguvêşim û maç dikim.”

Şîfa Barzanî amaje bi wê yekê kir, “Parastina ziman, parastina hebûn û mana me ye. Ji ber vê yekê jî Serok Barzanî me radispêre ku em zimanê Kurdî biparêzin. Di vê çarçoveyê de jî, bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Konfederasyona Revenda Kurdistanî ligel Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yadeştnameyek lihevkirinê ji bo dema 15 salan îmze kir, da ku zimanê Kurdî bi zarava û tîpên cuda bigihînin her maleke Kurdistanî li dîasporayê.”

Da zanîn jî, “Sala bê ew bername dê bikeve kar û her maleke Kurdistanî li dîasporayê bi awayekî online (serhêl) dikare sûdê ji zimanê Kurdî werbigire û fêr bibe, bi taybetî zarokên wan. Ez daxwazê ji we dikim, çi ji destê we tê, zarok û xelkê xwe agahdar bikin ku beşdarî wê programa ziman bibin û bi awayekî cidî zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin. Daxwaz ji navendên rewşenbîrî kir ku xelkê Kurd li dîasporayê hişyar bikin da ku tevlî wê programê bibin.”

 
Fly Erbil Advertisment