Encûmena Wezîran a Iraqê roja hilbijartinan diyar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand, Encûmena Wezîran bi piraniya dengan roja 11ê Mijdara 2025an, wek roja hilbijartinên Parlemanoya Iraqê destnîşan kir.
Ev di demekê de ye, Hevbendiya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe duh Sêşemê di daxuyaniyekê de got: “Hilbijartinên bê yên parlamentoya Iraqê divê li gorî dema xwe bên kirin."
Çarçoveya Hevahengiyê tekez kir jî, “Nabe ti alî hilbijartinan bi paş bixe an jî nexşeyên ku ji bo pêvajoyê hatine diyarkirin betal bike.”
Herwiha Çarçoveya Hevahengiyê daxwaz ji hikûmetê kir, ji bo serxistina proseyê, jîngeheke guncayî ji bo hilbijartinên bê yên Parlamentoya Iraqê peyda bike, ewlehiya hilbijartinan dabîn bike û piştgiriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bike.
Ji aliyekî din ve, Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir jî roja 27ê Adara borî di peyamekê de ragihandibû, ti giringiya hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê nîne, ew tenê ji bo berjewendiyên mezhebî û hizbî ye, lewma ew beşdar nabin.
Li gor amarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, nêzîkî 28 milyon kes mafê wan ê dengdanê di hilbijartinan de hene, kesên ku di sala 2007an de jidayik bûne, dê îsal deng bidin.