Şandeke perlemanên Brîtanya û Ewropayê: Kurdistan bûye nimûneyeke geş a azadî û demokrasiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke hevpar a Perlemana Brîtanyayê û Civata Lordên Brîtanyayê û Perlemana Ewropayê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 14.04.2025) pêşwaziya şandeke hevpar a Perlemana Brîtanyayê û Civata Lordên Brîtanyayê û Perlemana Ewropayê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê eşkere kir ku “wê şandê pesna pêşkeftin û avedaniya Hewlêrê û Herêma Kurdistanê û qehremaniya Pêşmergeyan di rûbirûbûna terorsitan de” kir û amaje da ku “Herêma Kurdistanê bûye nimûneyeke geş a azadî û demokrasî û pêkvejiyana aştiyane ya hemî pêkhateyan.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye ku, wê şandê piştgiriya welatên xwe ji bo bihêzkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re tekez kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û hurmetên Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya Brîtanyayê û welatên Ewropayê diyar kir, û bal kêşa ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên enerjî û sîstema bankê û dîjîtalkirina xizmetkariyên giştî de.”

Di tewerekî din ê wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Îraqê û deverê li hev guhertin.

 
Fly Erbil Advertisment