Mesrûr Barzanî: Serkeftina Yaneya Dihokê em tev dilxweş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 16.04.2025) di çarçoveya danûstandineke taybet de li nav Gera Nehê ya Dîdara Silêmaniyê li ser yariya şevêdî ya Dihokê bi Qadisiyeya Kwêtê re got, “Yariyeke gelek xweşik bû û ev cara yekê ye di dîroka Îraqê de yaneyeke Îraqî vê camê bi dest dixe.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Vê carê yaneyeke Kurdistanî, Yaneya Dihokê, karî cama lîga kendavî bibe, cihê dilxweşiya me tevan bû. Ez pîrozbahiyê li wan û hemî xelkê Îraqê û xasma jî xelkê Kurdistanê dikim.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Ez hêvîdar im li ser serkeftinê berdewam bin û ez daxwaza serkeftinê ji bo yaneyên din jî yên Kurdistanî dikim.”

Lînkê Dîdara Silêmaniyê, bi awayekî zindî temaşe bikin;

 

 

 

Fly Erbil Advertisment