Mesrûr Barzanî: Nabê Herêma Kurdistanê bibe beşek ji nakokiyên navçeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya guftûgoyeke taybet di 9emîn Dîdara Silêmaniyê de got: “Hilbijartinên Amerîkayê wiha kir ku hikûmeteke nû li Amerîkayê hukum bike ku siyaseteke wê ya cuda li Rojhilata Navîn heye. Nakokî û aloziyên li navçeyê, bandorek rasterast û nerasterast li ser hemû bûyerên li navçeyê dikin. Em jî ji guhertinan bêpar nînin, lê em çawa dikarin xwe li hember wan biguncînin? Wekî ku me berê jî behs kir, divê siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha be ku em bi tu awayî li gel belavbûn û xirabûna rewşa ewlehî û aramiyê li navçeyê nebin.”

Mesrûr Barzanî got jî: “Eger em bikaribin roleke bi bandor di nêzîkkirina aliyan û baştirkirina rewşa ewlehî û aştiyê li navçeyê de bilîzin, ev yek pir baş e, lê divê Herêma Kurdistanê nebe beşek ji vê nakokiya nexwestî û pirsgirêkan aloztir neke. Ne di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye û ne jî di berjewendiya gelên navçeyê de ye. Gelê me westiyaye û li benda jiyaneke çêtir û pêşerojeke çêtir e. Her gavek ji bo baştirkirina aştî û aramiya navçeyê, divê Herêma Kurdistanê xwe di wê bereyê de bibîne.”

Lînkê guftûgoya taybet a Serokwezîr, bi awayekî zindî temaşe bikin:

 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment