Li Stenbolê Festîvala Laleyan dest pê kir
Stenbol (K24) – Li Stenbolê Festîvala Laleyan destpê kir û zêdetir ji pênc milyon lale û simbil li derûdora Mizgefta Siltan Ehmed, li Darisatana Emîrganê û Parka Gûlhaneyê hatine çandin. Piraniya wan geştiyar rojane bihezaran kes berê xwe didin Daristana Emîrganê û di nava lale û simbilên cûrbecûr de wêneyan digrin û pêşwaziya biharê dikin.
Dema dibe Nîsan, wekî li çar aliyên cîhanê li Stenbolê jî park û meydan û kolan bi laleyan xemilîn. Wekî her sal îsal jî Daristana Emîrganê bi milyonan lale û simbilên rengbireng û cûrbecûr xemilîn. Welatî û geştiyarên biyanî bi têra dilê xwe wêne girtin û demek xweş derbas kirin.
Welatî: “Bi rastî pir xweş e. Li her cihî laleyên cûrbecûr hene û dilê me geş dibe. Em gelek keyfxweş dibin dema tên vir. Alîkî delaliya lale û simbilan, alîkî hewaya xweş û alîkî din jî avtenga Stenbolê hemû hestên xweş di dilê me de çêdikin.”
Lale ji bo Stenbolê tenê riwêkek niye, remzeke dîrokî ye ku navê xwe daye dewrekê ku salên ji 1718ê heta 1730ê li xwe digre. Lale ji bo hin kesan tenê bihar û xweşî, ji bo hin kesan dîroka Stenbolê, ji bo hin kesan jî zaroktiya wan e.
Welatî: “Em jixwe xelkê Sariyerê ne, kesûrkarên me li vir dimînin. Dema em serdana wan dikin têne vir daku zaroktiya xwe bînin bîra xwe. Zaroktiya em li vê daristanê, di nava van gul û laleyan de derbas bû. Lewma hestên me cûdatir e ji yên xelkê din. Ev der koşeyek e ji bihuştê. Lê tişta ku me diheyrîne ew e ku, biyanî ji Tirkan zêdetir têne vir. Ev jî cihê pirsê ye.”
Festîvala Laleyan dê heta 30ê Nîsanê berdewam bike.
Ji bo mirov bizane meha Nîsanê hatiye pêwîst nake mirov berê xwe bide salnameyê. Mirov dikare ji bilmilyonan lale û simbilên li parkên Stenbolê hatine çandin têbigihe ku Nîsan û bihar destpê kiriye.