Îlham Ehmed: Ezmûna Herêma Kurdistanê di dîroka Kurd de gelek giring e

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Komîteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ragihand, ezmûna Herêma Kurdistanê di dîroka Kurd de gelek giring e û ew li Rojavayê Kurdistanê ji bo çareserkirina doza Kurd li Sûriyeyê hemû ezmûnan li ber çavan digirin.
Hevseroka Komîteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed îro 17ê Nîsanê di çarçoveya Dîdara Silêmaniyê de got: “Helbet ezmûna Herêma Kurdistanê ezmûneke gelek giring e di dîroka Kurd de. Em ezmûna Herêma Kurdistanê dibînin ku di rewşeke ciyosiyasî ya destnîşankirî de çêbû ku Iraq kire dewlete federal. Herêma Kurdistanê herêmeke kurdî ye li cografyaya Iraqê. Lê li Sûriyeyê rewş cuda ye, rewşa ciyosiyasî cuda ye, pêkhateya civakî cuda ye û divê ev hemû li ber çavan were wergirtin.”
Îlham Ehmed got jî: “Ne tenê ezmûna Iraqê, lê belê li dewletên din jî ezmûnên ku dozên miletan û netewan çareser kirine jî giring e. Sûriye gelek pêkhate û çandan li xwe digire, ev hemeregî divê li ber çavan were wergirtin ji bo destnîşankirina sistemê siyasî li Sûriyeyê, ka wê çawa be, çarenivîsa kurd li Sûriyê jî divê di çarçoveya vê rewşê de be.”
Herwiha got: “Sîstemê navendiyê di dîrokê û rewşên siyasî yên destnîşakirî de derketin û bi xwe re kirîz anîn, lewma em dibînin ku sistema navendî ya tund, doz û pirsgirêkan çareser nake, berûvajî wê kûrtir dike, lewma em dibînin ku nabe Sûriye vegere beriya sala 2011 û divê nenavendî be û mafê pêkhateyan hemûyan tê de parastî be.”
Îlham Ehmed derbarê rêkeftina HSD û Rêveberiya Şamê de jî got: “Ez dikarim bibêjim ku ev rêkeftin, rêkeftineke gelek giring bû di dîroka Sûriyeyê de, çi ji bo çarenivîsa miletê Kurd yan pêkhateyên din be. Ev rêkeftin tevahiya tometên ku arasteyê me weke Kurd dihatin kirin rakirin. Weke pirojeyê rêveberiya xweser, em bi berdewamî bi cudabûn û dabeşkirinê dihatin tomet barkirin, lê vê rêkeftinê ew tişt nehişt. lewma em dibînin ev xaleke dîrokî ye.”
Da zanîn jî, ji niha û pê de şopandina rêkeftinê giring e. Niha komîteyên gotûbêjê têne pêkanîn, ji bo hûrgilyan gotûbêj bike, ku wê gotûbêjan derbarê xalên rêkeftinê, çawanî û mîkanîzma bicîkirina wê bike. heta dawiya vê mehê jî dibe hin hevdîtin hebin.
Hevseroka Komîteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser got jî: “Heta niha gelek têgihştin çêbûne, taybet li taxên Şêx Meqsûd, Bendava Tişrînê û xalên pirsgirêk. Em hêvî dikin ku têgihştinên kûrtir hebin derbarê destûr û proseya siyasî û proseya dubare avakirina Sûriyeyê. Em xwe weke hevparê vê proseyê dibînin.”