Li Iraqê 14 haletên Taya Xwînberbûnê hatine tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê got, îsal li Iraqê 14 haletên nexweşiya Taya Xwînberbûnê û 2 haletên mirina bi wê nexweşiyê hatine tomarkirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Seyf Bedir di daxuyaniyekê de got, "Îsal li seranserê Iraqê 14 bûyerên nexweşiya xwînberbûnê hatine tomarkirin û 2 haletên mirina bi wê nexweşiyê çêbûne.”
Seyf Bedir got jî: “6 halet li parêzgeha Zîqar, 4 li Kerkûk û yek li Bexda, Musenna, Neynewa û Besrayê hatine tomarkirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê da zanîn: “Li parêzgeha Kerkukê 2 kes bi wê nexweşiyê mirine, ku yek ji wan karmendê Wezareta Tenduristiyê ye.”
Da zanîn jî, “Piraniya haletan di nav cotkarên ajalan de hatine tomarkirin û heke zû werin tespît kirin, ew halet dikarin werin dermankirin.”
Seyf Bedir ji welatiyan xwest ku heke nîşanên nexweşiyê li wan derkevin, serdana navendên tenduristiyê bikin û got: “Tayê Xwînberbûnê ji dawiya salên 70î yên sedsala borî ve belav bûye, nexweşiyeke vîrusî ya xeternak e ku ji hêla ajelan an goştê wan ve tê vegirtin.”
Diyar kir jî: “Divê goşt di germahiyên nizm de were hilanîn û dema ku ji bo xwarinê were amadekirin, demek dirêj were pijandin.”