Encûmena Bilind a Fetwayê: Zêr di şerîeta îslamî de wekî pîvana mehrbirînê nehatiye diyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bilindbûna nirxê zêr li pêş proseya hevjîniyê bûye astengiyek. Encûmena Bilind a Fetwayê jî dibêje, kelûpelên malê dikare wek mafê mehrbirînê li şûna zêr bigire.

Berdevkê Encûmena Fetwaya Bilind a Herêma Kurdistanê Ebdullah Şêrkaweyî îro 21ê Nîsanê ji K24 re got: “Komîteya Fetwaya Bilind nikare nirxa zêr ji bo zewacê diyar bike. Lêbelê, me tekez kiriye ku divê zêr wekî pîvanekê ji bo pêvajoya zewacê neyê bikaranîn, ji ber ku zêr di şerîeta îslamî de wekî mafê mehrbirînê nehatiye pênasekirin.”

Ebdullah Şêrkaweyî got jî: “Mamosteyên olî di xutbeyên roja Înê de tekez dikin ku divê pêvajoya zewacê ne giran be û divê daxwaza tiştekî din li şûna zêr were kirin, ji ber ku zêr tenê kevneşopiyek e, ne Şerîet û yasa ye.”

Herwiha got, li şûna zêr, mirov dikare tiştên malê, an jî her tiştê bi razemendiya her du aliyan li ser hebe, bixwaze.

Nirxê zêrê 21 qeratî, duh Duşemê li Herêma Kurdistana Iraqê gihîşt 705,000 dînarê Iraqî, ku ev asta herî bilind ji destpêka salê ve ye.