Mesrûr Barzanî û şanda Qubrisê tekezê li ser pêşxistina peywendiyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Komara Qubrisê dike û pê re danûstandin li ser hin mijarên giring dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 23.04.2025) pêşwaziya şandeke Komara Qubrisê bi serokatiya Berpirsa Karûbarên Siyasî li Wezareta Derve ya Qubrisê Salina Shambos û şandiyê wî welatî ji bo parastina Kiristiyanên Rojhilata Navîn kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, “Di wê civînê de ku Balyozê Îraqê yê nû Sevag Avedissian jî tê de amade bûbû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî tekezkirina xwesteka pêşxistina peywendiyên dualî, destpêkirina karî jî li balyozê nû pîroz kir û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê wî diyar kir.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Şanda Qubrisê silav û rêzên Serokkomarê Qubrisê gehandin Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û amadebûna welatê xwe ji bo bihêzkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re diyar kir.”