Êraqçî: Ez amade me bo doza atomî serdana Brîtanya û Ewropayê bikim

Ebas Êraqçî
Ebas Êraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îranê daxwaza dubare destpêkirina danûstandinan bi çend welatên Ewropayê re dike û dibêje, “Rewşa niha di berjewendiya çi aliyekî de nîne.”

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî îro (Pêncşem, 24.04.2025) li ser tora civakî ya Xê daxwaza dubare destpêkirina danûstandinan bi Brîtanya, Almanya û Fransayê re kir.

Ebas Êraqçî herwesa gotiye ku, daxwaz ji Brîtanya, Almanya û Fransayê dike ku peywendiyên xwe yên diplomasî bi wan re dîsa dest pê bikin. Amadebûna xwe ji bo serdana welatên Troika jî diyar kiriye û niha ji bo doza atomî ya Îranê û gelek mijarên din yarî di destê wan de ye.

Navbirî ron jî kir ku, ev pêşengiya xwe li meha Îlona sala borî xistiye beranberî hevkûfên xwe yên wan her sê welatên Ewropayî.

Troika zaraveke siyasî ya Rûsyayî ye û ji bo civîna sê welatan bi kar tê, ku her sê welatan ji bo dozekê yek helwest û yek nerîna wekhev û hevpar hebe. Brîtanya, Almanya û Fransayê di vî warî de li ser doza atomî ya Îranê yek nerîna hevpar heye.

 
Fly Erbil Advertisment