Marko Robio û Fuad Hisên civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku, Wezîrê Derve yê Îraqê bi merema gengeşekirina çend pirsên herêmî û navdewletî li Amerîkayê ye.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce îro (În, 25.04.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên li vê derê ye li Wezareta Derve ya Amerîkayê, civînên cuda cuda dike û ez di yek ji wan civînan de me.”
Li dû zanyarên Peyamnêrê K24ê li Waşintonê, Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên seet 11:15 bi hevkûfê xwe yê Amerîkayî Marko Robio re civiyaye.
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên duhî (Pêncşem, 24.04.2025) peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir ku tê de nivîsiye, “Em ber bi Amerîkayê ve bi rê keftin. Em çend civînan dikin, ji bo bihêzkirina peywendiyên navbera Îraq û Amerîkayê û hevahengiya bizavan li ser pirsên herêmî û navdewletî.”
Wezîrê Derve yê Îraqê amaje jî daye ku, bi aliyê Amerîkayî re danûstandinan li ser rêyên bilindkirina ewlehiya hevpar û alîkariyan di warên cuda cuda de dike.