Serok Barzanî tekezî li ser pêşxistina têkiliyên dostane bi Urdinê re dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Urdinê Ehmed Sefedî û şandeya pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de guftûgo li ser rewş û pêşketinên dawî yên li navçeyê hatin kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser têkiliyên dîrokî û dostanî yên di navbera Şahnişîna Urdin û Herêma Kurdistanê de û pêşxistina van têkiliyan kirin.

 
Fly Erbil Advertisment