Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Urdinê çend mijar guftûgo kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Nîsanê pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Urdinê Ehmed Sefedî û şandeya pê re kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Serokê Encûmena Nûneran a Urdinê, kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û pêşketin û avadaniya Herêmê derbirî û amaje bi pêwendiyên bihêz û dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de kir. Herwiha amadahiya welatê xwe ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyên du alî di warên cûr bi cûr de nîşan da.”

Herwiha amaje bi wê yekê hat kirin: "Serokwezîr tekezî li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên dostane û dîrokî yên di navbera her du aliyan de kir û spas û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam a Keyaniya Urdinê û Şah Ebdullahê Duyem dubare kir.”

Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên wize, darayî û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de, herwiha rewşa giştî ya navçeyê û pêwîstiya parastina asayîş û aramiya wê, beşeke din a gotûbêjan bû.

 
 
Fly Erbil Advertisment