Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Sûdanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Mihemed Şiya Sûdanî kir, ji ber ku ew wek Sekreterê Giştî yê Tevgera El-Furatên hat hilbijartin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 26ê Nîsanê de peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mihemed Şiya Sûdanî kir û serkeftina kongreya Tevger El-Furatên û dubare hilbijartina wî wekî Sekreterê Giştî yê Tevgerê pîroz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî xwast ku encam û pêşniyarên kongreyê bibin handaneke bihêz ji bo karkirina ji bo dabînkirina pêdiviyên welatiyan, di nav Iraqeke federal de ku li ser bingeha destûr, dadwerî û serweriya yaayê, mafên hemû pêkhateyan parastî be.