MSD: Yekrêziya Kurdî gaveke dîrokî ye ku vîna jiyanê nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – MSDê ragihand, yekrêziya Kurdî gaveke dîrokî ye ku vîna jiyanê û berxwedanê li hember hewlên dehan salan ên ji bo têkbirin û paşguhkirinê, nîşan dide.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) derbarê “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de got: “Bi dehan salan Kurdên li Sûriyeyê sernavê êşê û zordariyê bûn, li ser xaka welatê xwe du caran êş dîtin; careke çewisandina li dijî Sûriyeyiyên ku daxwaza azadî û rûmetê dikirin û cara din êşa çewisandina neteweyî kişandin. Hebûn û mafên wan ên xwezayî hatin hedefgirtin, hatin girtin û koçberkirin, û ew ji kesên pêşîn bûn ku berdêla Sûriyeya demokratîk dan.”

MSD’ê lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û got, ev gaveke dîrokî ye, ku vîna jiyanê û berxwedana li hember hewlên paşguhkirin û têkbirinê, nîşan dide.

Herwiha got: “Em piştgiriyê didin kedên yekhelwesta nîştîmanî ya Kurdî ya ya di çarçoveya projeya giştî ya Sûriyeyê de. Ev projeya li ser bingeha ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka beşekê ji civakê yan jî herêmekê ye. Lê belê ew pirsgirêkeke resen e û beşek ji cenga azadî û edaletê ya gelê Sûriyeyê ye.”

MSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir, “Yekrêziya Kurdî ya îro bingeha avakirina yekrêziya niştîmanî ya Sûrî ye, çawa Kurd parçeyek ji êşên Sûriyeyê bûn, îro ew parçeyek ji rêveçûna xelasiya wê û avakirina wê li ser bingehên azad, demokrasî û pirrengiyê ne jî.”

Di dawiyê de MSD’ê spasiya organîzatorên konferansê û beşdarên wê kir û got ev gav ji bo siberojeke baştir jêdera hêviyê ye; siberojeke ku tê de enerjî û vîn bibin yek, pêkhateyên gelê Sûriyeyê tevahî peymaneke niştimanî ya nû saz bikin ku tê de nirxên wekhevî xurt bibe û Sûriyeyeke azad, demokratîk, pirrengî ya nenavendî ava bibe, ye.

 
Fly Erbil Advertisment