Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li Serokkomarê Îranê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pirse û sersaxiya xwe arasteyî Serokkomarê Îranê û malbatên qurbaniyên wê teqîna Bender Abasê û hêviya başbûna zû ji birîndaran re xwast.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 27ê Nîsanê peyameke sersaxiyê belav kir û tê de got: “Em pirse û sersaxiyê arasteyî Serokê Komara Îslamî ya Îranê Dr. Mesûd Pizîşkiyan û xizm û qurbaniyên teqîna Bender Abasê dikin dixwazin û û hêviya başbûna zû ji birîndaran re dixwazin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî: “Xwedê mezin giyanê miriyan bi bihuştê şad bike û sebir aramiyê bide malbatên wan. Em di vê bûyera nexwastî de hevxemiya xwe ligel gelê Komara Îslamî ya Îranê nîşan didin.”
Duh li bendera Recayî ya li bajarê Bender Abasê teqîneke mezin rû da. Li gorî amaran jî, hejmara kuştiyên teqîna li Bender Abbas gihîştiye 25 kesan û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne.