Civîna PDK û YNKê bidawî hat

Navenda Nûçeyan (K24) - Civîna PDK û YNKê li ser pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Havîngeha Dukanê bidawî hat.
Peyamnêrê K24ê Aram Bextyar got, “Civîna her du şandên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) seet 02:45 ê piştî nîvroya îro (Duşem, 28.04.2025) li Havîngeha Dukanê li Silêmaniyê bidawî hat.”
Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî serokatiya her du şandên danûstandinan ên PDK û YNKê dikir, ku ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parvekirina postan civiyan. Şanda PDKê ji Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî, Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Piştîwan Sadiq, Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Dilşad Şehab û Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Umêd Sebah pêk hatibû.
Şanda YNKê jî ji Serperiştê Mekteba Sikirtariyetê ya Mam Celal Qubad Talebanî, Sikirtêrê Civata Wezîran li ser pişka YNKê Amanc Rehîm, Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Derbaz Kosret Resûl, Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Nizar Amêdî, Endama Mekteba Siyasî ya YNKê Rêwaz Fayeq û Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Şalaw Selah Şêx Şeref pê hatibû.
Hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja 20ê Cotmeha 2024ê hatin kirin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 39 kursî û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî 23 kursî bi dest xistin.
Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 18 wezaret û sê wezîrên herêmê pêk dihat, her yek ji postên Serokwezîrî ji bo PDKê û Cîgirê Serokwezîrî ji bo YNKê bû, herwesa 9 wezareta jî ji bo PDKê û pênc wezaret ji bo YNKê û çar wezaret jî ji bo tevgera Goranê bûn.