Şehrîbana Kurdî li Zaxo beşdarî Festîvala Şal û Şepik dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Sêyemîn Festîvala Şal û Şepik li Zaxo dest pê dike û hunermend Şehrîbana Kurdî ya ji Bakurê Kurdistanê tê de beşdar dibe û hejmarek stranên gelêrî ji bo hezkiriyên xwe bibêje.

Şehribana Kurdî îro 28ê Nîsanê ji K24 re got: “Ez 17 sal in neçûme Zaxoyê. Niha ev bajar pir pêşketî ye û gelek guhertin lê çêbûne. Ez dilxweş im ku careke din hatimê.”

Şehribana Kurdî dibêje: “Ez ê bi çend stranên taybet beşdarî Sêyemîn Festîvala Şal û Şepikê bibim, stran folklorî ne û hin jî stranên nû ne.”

Serpereştyarê Festîvala Şal û Şepikê li Zaxoyê Dilxwaz Mûsa roja 22ê Nîsanê ji K24 re gotibû: “Komên dengbêjiyê ji çend herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê dê beşdar bibin. Hesen Şerîf û Şehrîbana Kurdî dê herdu rojan stranên Kurdî pêşkêş bikin.

Festîvala Şal û Şepikê dê sibê 29ê Nîsanê dest pê bike û dê du rojan bidome.

Şehrîbana Kurdî

Ew hunermendeke Bakurê Kurdistanê ye, ji gundekî girêdayî Mêrdînê ye û sala 1973an li Îzmîrê jidayik bûye. Heta niha hejmarek albûm derxistine.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment