Li Amêdiyê droneke bombekirî bi xaleke Pêşmerge de teqiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Amêdiyê droneke bombekirî bi xaleke kontrolê ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê teqiya, di encamê de du Pêşmerge birîndar bûn.

Peyamnêrê K24 got, îro 28ê Nîsanê demjimêr 15:00 li lûtkeya Girê Dava, li hember gundê Belava, droneke bombekirî bi xaleke kontrolê ya hêzên Pêşmerge de teqiya. 

Da zanîn jî, Pêşmergeyan hewl dan ku droneyê ji xwe dûr bixin û gule berdanê, lê dron bi xala Pêşmergeyan de teqiya, di encamê de du Pêşmerge birîndar bûn, her du Pêşmergeyên birîndar tavilê bo nexweşxaneya lezgîn a li Amêdiyê hatin rakirin.

Cîgirê Rêveberê Tenduristiyê yê Amêdiyê Mesûd Tahir ji K24 re got, her du pêşmerge bi sivikî birîndar bûne û piştî wergirtina çareseriyên pêwîst, dê bên derxistin.

Heta niha nayê zanîn ku ew dron ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve yan jî ji aliyê PKKê ve bo ser xala Pêşmerge hatiye şandin, ku li herêmê di navbera Tirkiye û PKKê de şer heye û zirarên mezin gihandine xelkê herêmê û sektorên çandinî û geştiyariyê. 

 
Fly Erbil Advertisment