Firokeyeke F-18 a Amerîkayê li Deryaya Sor ket xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Deryayî yên Amerîkayê dibêje, firokeyeke wan li Deryaya Sor ketiye xwarê û leşkerekî wan bi sivikî birîndar bûye.
Hêzên Deryayî yên Amerîkayê îro 28ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyeke F-18 li Deryaya Sor ketiye xwarê.
Hêzên Deryayî yên Amerîkayê da zanîn, firokeya wan dema ku li ser Deryaya Sor difiriya, li keştiya firokehilgir Truman ket û leşkerekî wan bi sivikî birîndar bû.
Firokeyên li ser keştiya Truman, beşdarî êrîşên li ser Hûsiyan li Yemenê dibin û zirarên mezin ên mirovî û madî digihîne wan.