Erdogan: Desthilata nû ya Sûriyeyê rêyê nade hebûna çi qewareyeke çekdar
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê dibêje, “Tiştê ku Israîl li Sûriyeyê dike zêdegavî ye û em qebûl nakin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Çarşem, 30.04.2025) ji rojnamevanan re ragehand, “Em rêyê nadin çi pêşengiyekê ku gefan li seqamgiriya Sûriyeyê bike.”
Serokkomarê Tirkiyeyê amaje jî da, “Em rêyê nadin sepandina defaktoyê li Sûriyeyê, herwesa desthilata nû ya Sûriyeyê jî rêyê nade hebûna çi qewareyeke çekdar.”
Erdogan herwesa got, “Yekparçeyîya axa Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê pêdivîtiyeke mezin e û Hikûmeta Sûriyeyê jî eynî armancê heye.”
Navbirî tekez jî kir, “Tiştê ku Israîl li Sûriyeyê dike zêdegavî ye û em vê yekê qebûl nakin. Israîl dixwaze agirê şerê Xeze û Libnanê bo Sûriyeyê veguhêze.”
Serokkomarê Tirkiyeyê di derheqa PKKê de jî got, “Divê PKK bi banga Ocalan bike û çekan dane, ji ber ku ew bi xwe jî dizanin ku ew niha gehiştine rêyeke girtî.”