Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Rojava alîkarî gihandine zêdetir ji 770 hezar kesî

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di konferanseke taybet de ku bi beşdariya nûnerên rêxistinên mirovî yên navdewletî û kesayetiyên ji Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin, behsa kar û alîkariyên xwe yên ji bo Rojavayê Kurdistanê kirine. 

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî duh 30î Nîsanê konferansek bi dirûşma “Em Herdem Piştevan in” li Hewlêrê lidar xist. Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Mûsa Ehmed, di gotara xwe de ragihand, li ser fermana Serok Mesûd Barzanî, yekem karwanê alîkariyên mirovî di sala 2013an de ji bo Rojavayê Kurdistanê hatiye şandin. 

Mûsa Ehmed got: “Bi piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me destê alîkarî û hevkariyê gihandiye her herêmeke Rojavayê Kurdistanê ku pêwîstiya wê bi alîkariyê hebûye û em ê li ser vê yekê berdewam bin.”

Zêdetirî 770 Hezar Kes Mifadar Bûn

Li gorî amarên ku di konferansê de hatin eşkerekirin, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî heta niha 23 proje ji bo Rojavayê Kurdistanê pêk anîne. Bi van projeyan, 127,390 malbat ku bi giştî 770,879 kesan li xwe digirin, sûd wergirtine.

Alîkarî bi giştî wiha ne:

1,560 ton derman
3,025 ton xwarin
430 ton pêdiviyên din
Ev alîkarî bi rêya 391 barhilgiran hatine veguhestin bo Rojavayê Kurdistanê. Nirxê giştî ya van alîkariyan bi qasî 7 milyon û 363 hezar û 412 dolarên Amerîkî tê texmînkirin.

Belavbûna Cografî û Sektorên Alîkariyê

Alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gorî herêman wiha belav bûne:

Hesekê û Qamişlo: 194,588 kes
Efrîn: 209,451 kes
Kobanî: 366,840 kes

Dezgehê di van 12 salên borî de di sektorên perwerde, pêşxistin, debara jiyanê, stargeh, ewlehiya xwarinê, av û kanalîzasyon û paqijiyê, û parastinê de xizmet pêşkêş kirine. Herwiha, alîkariya diravî û piştgiriya lojîstîkî jî dane kesên ziyan dîtine.

Xizmetên Taybet li Efrînê û Piştgiriya Perwerdeyê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi rêya nexweşxaneya xwe ya gerok, xizmetên tenduristiyê pêşkêşî 235 gundên parêzgeha Efrînê kirine. Herwiha, alîkariya diravî dane 192 kesan û piştgiriya berdewam a xwendinê pêşkêşî 125 xwendekarên Zanîngeha Ezazê kirine. Ji bilî vê, piştgiriya darayî dane 58 mamosteyên zimanê Kurdî li wê parêzgehê.

Alîkarî ji bo Penaberên li Herêma Kurdistanê

Li Herêma Kurdistanê jî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî gihandine penaberên ji Rojavayê Kurdistanê. Li derveyî kampan 33,969 malbat (169,447 kes) û li nav kampan jî 17,623 malbat (81,260 kes) ji projeyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî sûd wergirtine.

 
Fly Erbil Advertisment