HSD’ê berpirsê DAIŞ’ê yê teqemeniyan girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir, hêzên wan berpirsê DAIŞ’ê yê teqemeniyan li gundewarê Dêrazorê girt. Herwiha êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ'ê jî şikand.
Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, “Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên girêdayî HSD’ê li gundewarê Dêrazorê operasyoneke ewlehî li dijî endamekî şaneya rêxistina "DAIŞ’ê" ya terorîst, pêk anî.”
Da zanîn jî, bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, terorîstê bi navê Henan Cabir El-Elî ku bi “Ebî Mihemed” tê naskirin di operasyonekê de li gundewarê Dêrazorê girt.
Diyar kir jî, terorîstê bi navê Henan Cabir El-Elî yê hatiye girtin, berpirsê şaneyeke DAIŞ’ê û pispora amadekirina teqemeniyan bû. Herwiha got, hêzên wan gelek çek û cebilxane pê re dîtin û desteser kirin.
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê di daxuyaniyeke de jî diyar kir, hêzên wan duh 30î Nîsanê êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li dijî xaleke wan li bajarokê Xeranîc ê gundewarê rojavayê Dêrazorê têk bir.
Amaje bi wê kir jî, di navbera şervanên HSD’ê û şaneya êrişkar de pevçûn derket, di encamê de gelek çete birîndar bûn, revîn û çekên xwe hiştin.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya HSDê, hêzên wan di pêkanîna erkên xwe yên parastina ewlehî û aramî, serdegirtina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, têkbirina wan û ziwakirina çavkaniyên wan de dewam dikin.