PKKê berpirsyarîtiya xwe ji êrîşên li ser Pêşmergeyan ragehand

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) berpirsyarîtiya xwe ji êrîşên li ser Pêşmergeyan li parêzgeha Dihokê ragehand, ku di encamê de pênc Pêşmerge birîndar bûn.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di ragehandinekê de berpirsyarîtiya xwe ji her du êrîşên li ser Pêşmegyan ragehand, ku li rojên Duşem û Sêşemê yên vê heftiyê li parêzgeha Dihokê kirine ser bingeheke Pêşmergeyan.

PKKê behaneya êrîşên xwe yên li ser Pêşmergeyan ji bo damezrandina bingeheke nû ya hêzên Pêşmegeyan vegerand û amaje da, “danana wê bingehê di rêya çalakiyên çekdarên PKKê de dibe rêgir. Ev jî di demekê de ye ku ew bingeha Pêşmergeyan dikeve sinroê bajarkê Amêdiyê û kûrahiya axa Herêma Kurdistanê.

Her di derheqa êrîşên li ser Pêşmergeyan de, Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê pêr (Sêşem, 29.04.2025) di ragehandinekê de parv kiribû, “Komeke terorsitî di du êrîşên cuda de bi dronê bingehên Pêşmergeyan li sinorê parêzgeha Dihokê kiriye armanc û di encamê de pênc Pêşmerge birîndar bûn, lê rewşa birîndaran baş e û Pêşmerge amade ne bi îradeyeke pûlayî bersingên her pilan û êrîşeke nehezan bigirin.”

Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê amaje jî dabû, “Hin alî û kom bizavê dikin ku piroseya aştî û seqamgiriyê li deverê têk bidin.”