Israîl: Me du moşekên Hûsiyan êxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Israîlê ragehand ku, sîstema bergiriyê ya Israîlê du moşek ku ji Yemenê hatibûn avêtin li du cihên cuda pûç kirine. Herwesa Hûsiyên Yemenê jî berpirsyarîtiya xwe li ser wan êrîşan diyar dikin.
Wezareta Bergiriyê ya Israîlê îro (În, 02.05.2025) got, “Sîstema bergiriyê ya Israîlê di dema 12 seetan de du moşekên Hûsiyên Yemenê êxistin.”
Wezareta Bergiriyê ya Israîlê ron jî kiriye, “Moşeka yekê berî ku biçe nav Israîlê hatiye pûçkirin.” Herwesa piştî bihîstina dengê teqînekê li Qudsê jî ragehand, “Me moşeka duyê teqand.”
Herwesa Hûsiyên Yemenê jî di vî warî de berpirsyarîtiya xwe li ser wan her du êrîşên ku li ser Israîlê hatine kirin diyar kir.
Ji piştî şerê Hemas û Israîlê li roja 07.10.2023ê ve, çekdarên Hûsiyên Yemenê berdewam êrîşên moşekî dikin ser Israîlê. Herwesa Hûsî bi rengekî berdewam keştiyên bazirganî li Deryaya Sor û Kendavê Edenê dikin armanc.
Ji hingê ve ku Donald Trump bû Serokê Amerîkayê, Amerîkayê êrîşên xwe li ser Hûsiyên Yemenê zêde kirine. Li dû zanyarên Koçka Spî, ji 15ê Adarê heta niha, Amerîkayê zêdetirî hezar pêgeh û kesatiyên Hûsiyan li Yemenê kirine armanc.