Libnan haydariyê dide Hemasê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Bilind a Bergiriyê ya Libnanê haydariyê dide Hemasê, li ser bikaranîna axa Libnanê ji bo operasyonên serbazî, ku metirsiyê li ser ewlehiya niştîmanî ya Libnanê peyda dike.
Serokkomarê Libnanê Cozêf On îro (În, 02.05.2025) serperiştiya rûniştina Civata Bilind a Bergiriyê ya welatê xwe kir, ku Serokwezîr, Wezîrên Darayî, Bergiriî, Aborî, Karûbarên Derve, Dad û Navxwe, herwesa fermandarên xizmetkariyên ewlehî, serbaî û berpirsên din ên ewlehî û dadweriyê jî di wê rûniştinê de amade bûbûn.
Civata Bilind a Bergiriyê ya Libnanê di ragehandinekê de tekez li ser pêdivîtiya nedana rêyê bi Hemasê an her komeke din a çekdar kir ji bikaranîna axa Libnanê. Herwesa amaje jî da, “Seqamgiriya ewlehî û yekparçeyîya axa Libnanê li pêş her tiştekî ye.”
Li dû wê ragehandinê, Civata Bilind a Bergiriyê ya Libnanê raspardeyekê pêşkêşî Civata Wezîrên Libnanê dike, ku bi wê rêyê haydarî bi Hemasê bê dan ji bikaranîna axa Libnanê.
بيان المجلس الأعلى للدفاع من بعبدا:
— Lebanese Presidency (@LBpresidency) May 2, 2025
- بدعوة من رئيس الجمهورية، عَقَد المجلس الأعلى للدفاع اجتماعًا برئاسة الرئيس عون وحضور رئيس مجلس الوزراء، ووزراء: المالية، الدفاع الوطني، الاقتصاد والتجارة، الخارجية والمغتربين، العدل، والداخلية والبلديات.
- دُعي إلى الاجتماع كل من: مدعي عام… pic.twitter.com/0zVSMFa0ub
Ev haydariya Civata Bilind a Bergiriyê ya Libnanê piştî wê yekê hat dan ku, di çend rojên borî de li başûrê Beyrûtê çend moşek arasteyî Israîlê hatin kirin, li beranberî wê yekê jî Israîlê başûrê Beyrûtê bi giranî bomberan kir.