Êrîşên PKKê li ser Pêşmerge, li Bakur rastî bertekên tund hatin

Diyarbekir (K24) – Êrîşa li dijî Pêşmergeyan, li Bakurê Kurdistanê rastî bertekan hat û siyasetmedar û şîrovekarên Bakurê Kurdistanê dibêjin, êrîşbirina ser pêşmergeyan nîşaneya xêrnexwaziya Kurdistanê ye û ziyanê dide pêvajoya çareseriya pirsa kurd û ev êrîş ji bo astengkirina  yekîtiya aliyên kurd li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

Piştî ku li Dihokê êrîşî xalek Pêşmergeyan hat kirin ev yek di nava siyasetmedar û şîrovekaran de rastî nerazîbunek berfireh hat. Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê dibêjin kurd di rojhilatanavînde bune aktorek girîng, li Tirkiye pêvajoya çareseriyê dest pê kiriye, li Rojava bo yekîtiyek neteweyî û bidestxistina mafên neteweyî gavek dîrokî hatiye avêtin û pêşmergeyên ku bo ev hemu pêvajo û hewlên neteweyî serbikevin şev û roj xebatê dikin rastî êrîşê tên. Siyasetmedar dibêjin ev êrîş nîşaneya wê yekê ye ku hêzên herêmî yên xêrnexwazên kurdan e nava liv û tevgerê de ne.

Cîgirê Serokê Hak Parê Hanîfî Eren ji K24ê re got: “PKK ne bi serê xwe ye, beşek PKKê hay ji vê êrîşê dibe ku nebe jî, xuya ye bi destê Îranê hatiye kirin, beşa PKKê ya bin kontrola Îranê de ye ev tişt kiriye, lê bivir li piyê xwe xistine, dê bi ser nekevin.”

Çavdêrên siyasî dibêjin demeke ku rojhilatanavîn ji qonaxeke hestiyar re derbas dibe de bi hewlên Serok Mesud Barzanî kurdan karine siyaseteke bibandor derxin holê û êrîşbirina ser pêşmergeyan li dijî vê siyasetê ye.

Çavdêrê siyasî Şerefxan Gurdilî dibêje: “Ez wek kurdekî wê êrîşê şermezar dikim û ez pê êşiyam, demeke ku li Tirkiye pêvajoyek nu dest pê kiriye û li Rojava jî hewla yekîtiyê heye û bo wê gav hatiye avêtin ew êrîş zirarê dide pêvajoyê.”

Siyasetmedar û şîrovekarên Bakur balê dikêşin ku dîroka nêzîk de provakasyonên wisa li dijî hêzên kurdan gelek hatine kirin û êdî kurd dizanin kîjan buyer berjewendiyên wan de ye û kîjan buyer xirapiya wan de ye.

 
 
Fly Erbil Advertisment