Sirri Sureyya Onder koça dawiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder, îro 3ê Gulanê di 63 saliya xwe de koça dawî kir. Medyaya Tirkiyeyê ev nûçe bi berfirehî belav kir. Sirri Sureyya Onder, ku yek ji endamên Şanda Îmraliyê bû, demek bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin.
Nexweşxaneya Florence ya Stenbolê, ku Sirri Sureyya Onder lê dima, daxuyaniyek fermî belav kir û tê de ragihand ku Sırrı Süreyya Önder îro saet di 16:10'an de ji ber têkçûna fonksiyonên çendîn organên laşê wî, jiyana xwe ji dest daye.
Onder di 15'ê Nîsana îsal de ji ber krîza dil (celteya dil) bi lezgînî rakiribûn nexweşxaneyê û neştergeriyek (emeliyat) jê re hatibû kirin. Piştî neştergeriyê, Önder 18 rojan di beşa lênêrîna giran de di bin çavdêriya tund a bijîşkan de mabû.
Li gorî daxuyaniya nexweşxaneyê, piştî neştergeriyê du caran dilê Sirri Sureyya Onder rawestiyabû, lê bi hewldan û midaxeleya bijîşkan, her du caran jî dilê wî ji nû ve hatibû xebitandin.
Sirri Sureyya Onder
Sirri Sureyya Onder nder di sala 1962'an de li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûbû. Wî li Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Zanistên Siyasî dest bi xwendinê kiribû lê heta pola duyemîn berdewam kiribû.
Onder di hilbijartinên dawî yên parlamenteriyê yên Tirkiyeyê de di sala 2023'an de, li ser lîsteya DEM Partiyê li Stenbolê wek parlamenter hatibû hilbijartin. Ew herwiha Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Wekîlê Serokê Fraksiyona DEM Partiyê bû.
Onder di Pêvajoya Çareseriyê ya di navbera salên 2013 û 2015'an de roleke gelekî girîng lîstibû û di hewldanên ji nû ve destpêkirina pêvajoyê yên vê dawiyê de jî xwedî roleke çalak bû.
Onder ji bilî kar û barên siyasî, di heman demê de wek rojnamevan, derhênerê fîlman, senaryonivîs û aktor jî dihat naskirin û di van waran de jî xebat kiribû.