Li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 6500 cihên şûnwarî hatine tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Karûbar û Şûnwarên Kelepûrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li Herêmê zêdetirî 6500 cihên şûnwarî hatine tomarkirin, lê tomarên fermî yên xaniyên kelepûrî hîn nehatine amadekirin. Herwiha amaje bi wê yekê kir ku salane bi dehan tîmên arkeolojîk ên biyanî ji bo lêkolîn û kolandinê serdana Herêmê dikin.
Rêveberê Karûbar û Şûnwarên Kelepûrî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Leşker îro 4ê Gulanê ji malpera Kurdistan24 re axivî û diyar kir: “Ji sala 2009an heta niha 19 proseya lêkolîn û rûpîvandina şûnwarî li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye. Ji vê rêjeyê %55 hatiye pêkanîn. Lê %45ê mayî ji ber rewşa deverên sînorî û nearamiya siyasî ya li Herêmê, me nekariye lêkolînê li deverên sînorî bikin, bi taybetî li deverên çiyayî û herêmên dikevin çarçoveya Madeya 140î.”
Mihemed Leşker got: “Wekî şûnwar, zêdetirî 6500 cihên arkeolojîk hatine tomarkirin, lê ev hejmar xaniyên kelepûrî li xwe nagire, ji ber ku heta niha tomarek fermî ji bo xaniyên kelepûrî tune ye.”
Derbarê tîmên biyanî de, Leşker wiha axivî: “Salane di navbera 20 heta 30 tîmên arkeolojîk ên biyanî tên Herêma Kurdistanê, her çend sal bi sal hejmar diguhere jî, lê ji 20 tîman kêmtir nînin. Karên wan du cur in; hinek ji wan berdewam in li ser lêgerîn û kolandinên şûnwarî ku ev cure karê wan 10 heta 15 salan li Kurdistanê didome, li gorî peymana di navbera Rêveberiya Giştî ya Şûnwaran û wê tîmê de, çi saziyeke hikûmî be yan tîmeke akademîk be. Ji bo îsal, me sê peymanên nû amade kirine û dê ji nû ve dest bi kar bikin, ji bilî 20 tîmên ku dê li ser karên xwe yên berê berdewam bin.”
Leşker da zanîn: “Li Silêmaniyê 3, li Hewlêrê 4 û li Dihokê 7 tîm dest bi kar kirine, 4 tîmên din jî nû ne. Bi giştî dike 18 tîm, lê wek min got em ji 20 tîmên biyanî kêmtir nîne. Herwiha piraniya wan di demsala betlaneya zanîngehan de tên, ji bo du-sê mehan li Herêma Kurdistanê karên kolandin û lêgerîna şûnwaran dikin.”
Derbarê deverên Madeya 140î de, Mihemed Leşker got: "Têgihiştineke me ligel Hikûmeta Federal nîne. Em nikarin nêzîkî wan şûnwarên ku dikevin çarçoveya Madeya 140î bibin, ew bi xwe pê re mijûl dibin. Ew şûnwarên ku taybet bi Herêma Kurdistanê ne jî, ew nikarin nêzîkî wan bibin, ji ber ku em bi xwe pê re mijûl dibin."
Girîngiya Dîrokî ya Amêdiyê
Ji aliyê xwe ve, arkeolog û lêkolîner li Rêveberiya Şûnwaran a Parêzgeha Dihokê Kovan Îhsan piştrast kir, li bajarê Amêdiyê yê ku dikeve bakurê parêzgeha Dihokê, 13 cihên şûnwarî yên girîng hene ku dîroka wan vedigere serdemên cuda yên dîrokî.
Îhsan amaje bi wê yekê kir ku hemû ev cih bi fermî di lîsteya şûnwarên dîrokî yên pejirandî yên Iraqê de hatine tomarkirin, ku ev yek girîngiya mezin a vî bajarî di nexşeya mîrata niştimanî de nîşan dide.
Herwiha ragihand: “Navê Amêdiyê di tomarên dîrokî de derbas dibe û dîroka wê vedigere sedsala 9an a berî zayînê, dema ku Şahê Aşûrî Adad-Nîrarî II ew bi navê 'Kur-Amed' bi nav kiriye. Ev yek jî îşaret bi kokên kûr ên çanda bajêr û pêwendiya wê bi şahnişînên kevnar ên ku hikûmraniya Mezopotamyayê dikirin, dike."
Li gorî gotina Kovan Îhsan, ji şûnwarên herî berbiçav ên bajarê Amêdiyê, cihê “Kora Sêrêcî” heye ku tê de bermahiyên ji qonaxên cuda yên dîrokê hene. Ji bilî wê, Dergehê Amêdiyê yek ji mînakên diyar ên mîmariya destpêka Xirîstiyantiyê ye û tê de peykerên ku dîroka wan vedigere serdema Farisî ya kevn hene. Bajêr herwiha Dergehê “Zêbar” jî li xwe digire ku ew jî beşek ji mîrata mîmarî ya ku vê deverê cuda dike, ye.