Israîl: Em dê gelek bi tundî bersiva êrîşa îro ya Hemasê bidin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî êrîşa sibeha îro ya Hûsiyên Yemenê bo ser Balafirxaneya Navdewletî ya Ben Gurionê ya Israîlê, berpirsên Israîlê soz da ku bi tundî bersiva wê êrîşê bidin.
Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu îro (Yekşem, 04.05.2025) ragehand, “Pêştir me çend caran êrîş kiriye ser Hûsiyên Yemenê. Em li ser wan êrîşan berdewam jî dibin.” Herwesa soz jî da ku bi hejmareke êrîşên asmanî bersiva êrîşên îro bide.
Ji aliyekî din ve jî Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Israel Katz got, “Her kesekê zirarê bigehîne me, em dê gelek bi tundî zirarê bigehînin wî.”
Herwesa Hûsiyên Yemenê jî berpirsyarîtiya xwe ji êrîşa îro ya li ser Israîlê ragehand.
Poslîdê Israîlê Yair Hetzroni jî ji aliyê xwe ve di derheqa wê rûdanê de ragehand, “Ew moşek li cihê rawestandina timbêlên nav wê balafirxaneyê keftiye.” Herwesa got, “Ev cara yekê ye bi moşekan êrîşî ser Balafirxaneya Navdewletî ya Ben Gurion tê kirin.”
Herwesa Brîtanya, Hindistan û çend welatên din jî ji ber wê êrîşê geştên xwe yên asmanî ji bo Televîvê rawestandin.