Trump û Erdogan pêşhatên li navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê (DYA) Donald Trump îro 5ê Gulanê di peywendiyeke telefonî de rewşa li Ukrayna û Sûriyeyê, danûstandinên Amerîka û Îranê, hewlên ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê û rewşa Xezzeyê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Pêwendiyan ya Serokkomariya Tirkiyeyê ve hatiye belavkirin, her du serokan pêwendiyên dualî û geşedanên herêmî nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Erdogan tekezî li ser wê yekê kiriye ku welatê wî dê di hevahengiya ligel Amerîkayê de berdewam be, bi taybetî di warê pêşxistina pîşesaziya berevaniyê û sektorên din de.

Herwiha hat ragihandin, Erdogan pêşwazî li hewlên Serokê Amerîkayê yên ji bo bidawîkirina şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de û danûstandinên ligel Îranê kiriye.

Diyar kir jî, Erdogan di peywendiyê de bal kişandiye ser krîza mirovî ya li Xezzeyê û gotiye ku rewş gihîştiye asteke gelek xirab. Herwiha destnîşan kir ku divê alîkariyên mirovî demildest ji nû ve dest pê bikin û pêşî li vê karesata mirovî were girtin. Erdogan tekez kir ku Tirkiye ji bo dabînkirina her cure alîkarî û piştgiriyê ji bo gihîştina agirbestê amade ye.

Derbara rewşa Sûriyê de, Erdogan ji Trump re ragihandiye ku Tirkiye bi her awayî parastina yekparçeyî û aramiya axa Sûriyeyê dike û di heman demê de daxwaz kir ku sizayên li ser wî welatî bên sivikkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokkomarê Tirkiyê Serokê Amerîkayê vexwendiye Tirkiyeyê.