Ozgur Ozel piştî êrîşê: Em ê li kolanan bin û ji tirsan re serî natewînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, derbarê êrîşa ku li wî hatiye kirin de daxuyaniyek da û ragihand, ev êrîş “nameyeke vekirî” ye ji bo wî û tevahiya CHPê da ku dev ji derketina kolanan û parastina mafên gel berdin. Ozel tekez kir ku ew ê ji van gefan re serî netewînin û dê li qadan bin.

Ozel diyar kir ku peyama êrîşê ew e ku ew li Enqerê rûnin û nekevin nava gel û got: “Ji me re dibêjin dernekevin kolanan. Li Enqerê rûnin. Wateya nameyê ev e.”

Serokê CHPê destnîşan kir ku kesên li pişt êrîşê hewl didin wî bi mirinê bitirsînin û wiha pê de çû: “Dixwazin bibêjin kesê ku du zarokên xwe kuştine, ma nikare te bikuje? Îro dest vala ye, sibe dê destê wî tijî bikin. Me peyama wan baş xwend ku dibêjin dernekeve kolan û cadeyan.”

Ozel bi tundî li hember van gefan rawestiya û bernameya çalakiyên xwe yên bê eşkere kir: “Lê peyama me jî heye; em sibe êvarê li meydana Beyazidê, roja Şemiyê li Wanê û 19ê mehê jî em li Îzmîrê ne. Bersiva me ev e.”

Ozel bi awayekî rasterast bang li kesên ku ew wek “şandêrên kujerê zarokên xwe” bi nav dike, kir û got: “Ez bang li kesê ku kujerê zarokên xwe bêçek şandiye ser min dikim; eger tu wêrek î, wî bi destê tijî bişîne ser min. Em li vê derê ne.”

Ozel herwiha amaje pê kir ku dîtina kesên li pişt vê êrîşê erkê polîsan e, lê da zanîn ku “dema bûyer li cihekî asê ma, ew ê hemû tiştan eşkere bike.”

Piştî merasîma cenazeyê ya Sirri Sureyya Onder duh 5ê Gulanê li Stenbolê, kesekî bi kulma xwe li Ozgur Ozel dabû. Kesê ku êrîşî Ozel kir, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

 
Fly Erbil Advertisment