Li Iraqê ji ber krîza avê hişyarî tên dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê hişyarî da ku yedeka avê ya welat di 80 salên borî de gihîştiye asta xwe ya herî nizm. Ev kêmbûn ji ber kêmbûna baranê, guherîna keşûhewayê û zêdebûna daxwazên mirovî pêk hatiye. Ji bo rûbirûbûna vê krîzê, wezaret stratejiyeke sêalî amade kiriye.

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Xalid Şemal di daxuyaniyekê de ragihand, “rewşa avê ya Iraqê şermezarker û cihê nîgeraniyê ye” ji ber sê salên li pey hev ên ziwabûnê, bilindbûna pileyên germê, guherîna keşûhewayê û kêmbûna baranê, ne tenê li Iraqê lê li welatên cîran ên xwedî çavkaniyên avê jî.

Şemal da zanîn jî: “Niha Iraq kêmtirîn yedeka avê di 80 salên dawî de tomar dike, ji ber vê yekê hewl û hevkariya hemû aliyan ji bo derbaskirina vê krîzê pêwîst e.”

Şemal diyar kir ku wezaret stratejiyeke sê qonaxî daniye:

Hevrêzî bi Welatên Cîran re:

Qonaxa yekem, li gorî Şemal, “bi xurtkirina hevrêziyê bi welatên cîran ên dewlemend bi avê re dest pê dike, da ku pareke dadmendane ji bo welat were misogerkirin, ji ber ku Iraq wergirê avê ye û zêdetirî %70 ji dahatên wê yên avê ji derve tên.”

Destnîşan kir jî, hikûmetê mijara avê kiriye mijareke sereke û rasterast ji aliyê Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ve tê şopandin, ku ev yek bûye sedema îmzekirina rêkeftinan û civînên berdewam. 

Şemal got: “Wezîrê Çavkaniyên Avê ji bo heman mijarê serdana Tirkiyeyê kir, û îro Serokwezîr jî ji bo heman mijarê û berdana avê serdana Tirkiyeyê dike ji bo her lihevkirineke bi aliyê Tirkî re. Herwiha lihevkirina bi aliyê Îranî an Sûrî re jî di pêşîniya karên wî de ye." Wî zêde kir ku "danûstandina bi welatên cîran re pêdivî bi aramî, amûr û stratejiyê heye” û hêvî kir ku rêjeya avê bi awayekî dadmendane ji bo Iraqê zêde bibe.

Rêkxistina Bikaranîna Avê:

Derbarê qonaxa duyem de, Şemal bal kişand ser “rêkxistina bikaranîna avê bi rêya baştirkirina sîstemên avdaniyê û rêbazên çandiniyê, û kêmkirina îsrafê.”

Got jî: “Hikûmet ji bo baştirkirina karîgeriya avdaniyê bi rêya pêşxistina sektora çandiniyê, ji nû ve diyarkirina nexşeya çandiniyê ya Iraqê, çêkirina nasnameyeke çandiniyê ji bo her cotkarekî, û kontrolkirina qadên çandiniyê ji aliyê kalîte, berhem û bazarê ve dixebite." Şemal tekez kir ku ev giringîdayîna bi sektora çandiniyê ji wê yekê tê ku "çandinî zêdetirî 80% ji avê bikar tîne, lewma sektora çandiniyê faktora herî bibandor e di bikaranîna avê de.”

Rûbirûbûna Binpêkirinan:

Li ser qonaxa sêyem, Xalid Şemal amaje bi wê kir ku ev qonax girêdayî “çawaniya rûbirûbûna her cure binpêkirinan e, çi yên li ser parvekirina avê, qirêjkirina wê, yan jî îstismarkirina seyrangeh û deverên qedexekirî bin.”

Herwiha hişyarî da ku “van binpêkirinan bûne sedema karesatan û bandoreke berbiçav li ser para avê heye, wek destdirêjiya parêzgehekê li ser parêzgeheke din, an yekeyeke avdaniyê, sektorek, yan jî welatiyekî li ser yê din.”