Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê li aramî û pêşveçûna zêdetir a Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Gulanê pêşwazî li Berpirsê Nivîsgeha Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê Radu Butum kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand: “Di hevdîtinê de, Berpirsê Nivîsgeha Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê, ligel amajedana bi seqamgîrî û geşepêdana Herêma Kurdistanê û hemahengiya di navbera Nivîsgeha Yekîtiya Ewropayê li Herêmê û navendên fermî û nefermî yên Herêma Kurdistanê de, kurteyek ji nêrîna Yekîtiya Ewropayê beramber Herêma Kurdistanê ji Serok Barzanî re pêşkêş kir. ”

Herwiha Butum ragihand, Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê dide hebûna aramî û pêşveçûna zêdetir a Herêma Kurdistanê û geşepêdana aborî û xweşguzeraniya welatiyan.

Di beşeke din a hevdîtinê de, wek ku di daxuyaniyê de hatiye: “Pêşhatên dawî yên navçeyê û paşeroja Kurdan li Sûriyeyê û herwiha proseya çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê hatin guftûgokirin. Berpirsê Nivîsgeha Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê rola Serok Barzanî di yekxistina nêrîna aliyên Kurdî yên Sûriyeyê û herwiha alîkarîdana proseya çareseriya aştiyane ya Tirkiyeyê bilind nirxand.”

 

 
 
Fly Erbil Advertisment