Tendirustiya Cîhanî: 16 milyon Sûriyeyî pêdivî alîkariyên tendirustî ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî ragehand, “Nêzîkî 16 milyon kesan li Sûriyeyê pêdivî alîkariyên Tendirustî ne.” Daxwaz jî ji xêrxwazan kir ku piştgiriyên xwe zêdetir bikin, ji ber ku jiyana xelkî bi wê yekê ve hatiye girêdan.
Serokê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro (Yekşem, 11.05.2025) li ser Platforma Xê nivîsiye, “Nêzîkî 16 milyon kesan li Sûriyeyê pêdivî alîkariyên Tendirustî yên bilez in.” Amaje jî daye, “Xizmetên Tendirustî û derûnî pêşkêşî wan kesan tên kirin ên ku ji ber awarebûnê zirar dîtiye.”
Tedros Adhanom Ghebreyesus ron jî kir, “Sindoqa Navendî ya Neteweyên Yekgirtî ji bo Bersivdana Hawarhatinê sê milyon dolar peyda kirine. Bi vî awayî jî wê rêxistinê heta radeyekî kariye xizmetên Tendirustiyê ji bo zêdetirî 500 hezar kesan peyda bike.”