Siûdiyeyê dest bi amadekariyên pêşwazîkirina Trump kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Di parçe vîdyoyekê de eşkere bûye ku, Siûdiyeyê dest bi danana alayên welatê xwe bi alayên Amerîkayê re li ser cadeyên Riyazê kiriye, ev jî hevdemî serdana bê ya Serokê Amerîkayê ji bo Siûdiyeyê ye.
Wê vîdyoyê rengvedana bikarînerên medyaya civakî li pey xwe aniye ku bal kêşaye ser giringiya wê serdanê û manaya pêgeha cîhanî ji bo Siûdiyeyê.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand, “Serok Trump dê serdana xwe ya yekê bike, piştî ku wekî serokê Amerîkayê dest bi karê xwe kir. Ev serdan dê li rojên 13 heta 16ê Gulanê bê kirin û Trump dê serdana Siûdiye, Qeter û Îmaratên Yekgirtî yên Erebî bike.”
Wezareta navbirî amaje jî da ku, ew serdan dê wan peywendiyên stratejî berçav bike yên ku Amerîkayê bi hevparên xwe re li Rojhilata Navîn hene.
Her wê wezaretê ron jî kiriye, “Ew civîn dê li ser pirsên ewlehiya deverê, bergirî, enerjî û weberhênanê be, ji bilî alîkariyên berdewam ji bo çarekirina astengên hevpar.”
Piştî wergirtina postê serokatiya Amerîkayê û destpêkirina karî, biryar e Donald Trump di vê heftiyê de ji bo cara yekê serdana Şahnişîna Siûdiyeyê bike.