Serok Mesrûr Barzanî: Pêwîst e şerê li Xazzeyê bidawî were

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî îro 12ê Gulanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê li Herêma Kurdistanê Mahir El-Kerekî kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destpêkirina Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê wî nîşan da.
Konsolê Giştî yê Filistînê silavên Serokê Filistînê Mehmûd Ebas (Ebû Mazin) gihandin Serokwezîr û amaje bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera Filistîn û Kurdistanê de kir û tekezî li girîngiya xurtkirina pêwendiyên dualî kir.
Di hevdîtinê de her wiha pêşhatên dawî yên li Xezzeyê hatin gotûvêjkirin. Herdu alî li ser pêwîstiya bidawîanîna şer û êş û azara xelkê sivîl ê Xezzeyê, parastina mafên rewa yên gelê Filistînê û ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn hevnêrîn bûn.