Trump gihîşte Siûdiye: Peymanên “milyar dolarî” di rojevê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro 13ê Gulanê 2025an gihîşte Riyadê û li firokexaneyê ji aliyê Mîrê Cihnişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman ve hate pêşwazîkirin. Çaverê ye ku di vê gerê de peymanên aborî yên bi nirxê milyaran dolarî bên îmzekirin.

Li gorî ajansa “Reuters”, gera Trump a bo Rojhilata Navîn dê çar rojan bidome. Piştî Erebistana Siûdî, biryar e roja Çarşemê serdana Qeterê û roja Pêncşemê jî serdana Îmîratên Yekbûyî yên Erebî (EYE) bike.

Tê pêşbînîkirin, armanca sereke ya vê gera Trump bo Siûdî, Îmîrat û Qeterê, zêdetir li ser xurtkirina têkiliyên aborî û îmzekirina peymanan be, ne ewqas li ser çareserkirina krîzên ewlehiyê yên wek şerê li Xezzeyê yan jî aloziyên derbarê bernameya etomî ya Îranê de. 

Ajansên navneteweyî radigihînin, çaverê ye Erebistana Siûdî, Qeter û Îmîrat di heyama çar salên pêş de veberhênanên bi nirxê bi milyaran dolar ragihînin.

Şandeke payebilind a Amerîkî di vê gerê de rêhevaltiya Trump dike, di nav de karsaz û milyarder Elon Musk, Wezîrê Derve Marco Rubio, Wezîrê Berevaniyê Pete Hegseth, Wezîrê Gencîneyê Scott Bessent û hejmarek berpirsên din ên payebilind hene.

Herwiha Trump duh Duşemê ragihand, eger roja Pêncşemê gotûbêjên baş di navbera şandên Ukrayna û Rûsyayê de li Stenbolê çêbibin, ew eger heye ku serdana Tirkiyeyê jî bike.

Li gorî ajansa fermî ya Siûdî (SPA), Trump dê ligel berpirsên Siûdî û rêberên Kendavê 10 mijarên sereke gotûbêj bike, ku ewlehiya herêmê, enerjî, berevanî û hevkariya aborî di nav de ne. Waşîngton bi vê gerê hewl dide ku hevpriyaa xwe ya stratejîk bi hevparên xwe yên Kendavê re, di bin ronahiya guhertinên bilez ên navneteweyî de, xurtir bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî tekez kir, ev serdan girîngiya ku Amerîka dide têkiliyên xwe ligel hevparên xwe yên li Rojhilata Navîn nîşan dide û ev yekem gera Trump a bo Rojhilata Navîn e piştî ku wî posta serokatiya Amerîkayê wergirtiye.

 
 
Fly Erbil Advertisment